Piştgiriya ji bo derxistina PKK ê ji lîsta terorê

Serokê Koma Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê YNK’ê piştgirî da hewldanên ji bo derxistina PKK’ê ji ‘Lîsteya Terorê’

Serokê Koma YNK’ê ya Parlamentoya Başûrê Kurdistanê Ziyad Cebar helwesta partiya xwe ya ji bo piştgiriya hemû parçeyên Kurdistanê dûbare kir û piştgiriya YNK’ê a ji bo derxistina PKK’ê ji ‘Lîsteya Terorê’ anî ziman.

Ziyad Cebar bersiva pirsa nûçegihane Rojnews’ê ya ‘Gelo YNK piştgirî dide hewldanên ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê?’ wiha anî ziman:

“Bi piştrastî, li her parçeyek Kurdistanê ji bo her boneyekê pêwistî bi piştgiriya YNK’ê hebe, YNK piştgirî dike. YNK di hemû qonaxên cuda de, piştgiriya tevahiya parçeyên din ên Kurdistanê dike.

Ji bo vê jî gelek qurbanî daye. Dema ku ji bo Bakûrê Kurdistanê jî pêwîst bû YNK’ê ji bo piştgiriyê texsîr nekiriye.”

Back to top button