Meclisa jinan a PYD`ê bernameya çalakiyên 25’ê mijdarê eşkere kir

Di çarçoveya 25’ê Mijdarê de, rêxistinên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dest bi çalakiyan kir…Meclisa Jinan a PYD`ê, Kongreya Star û Meclisa Jinan a Sûriyê li Hesekê, Çil Axa û Qamişlo bi vê boneyê semîner û daxuyanî dan..Yekitiya Jinên Ciwan li Şehba û Minbicê jî daxuyanî da..Li Helebê jî, Meclisa Jinê ya Partiya Sûriya Pêşerojê ji bo vê rojê pêşengehek li dar xist.

Bi nêzîkbûna 25’ê Mijdarê, Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, sazî û rêxistinên jinan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi çalakiyên xwe kirin.

Meclisa Jinan a PYD`ê bi vê boneyê, îro daxuyaniyek da û bernameya çalakiyên 25`ê Mijdarê yên bi dirûşmeya “Ji bo têkbirina tundî û dagirkeriyê têbikoşe”, eşkere kir.

Meclisê di daxuyaniyê bal kişand li ser êş û azarên ku jin di encama dagirkeriya Tirk ya li herêmê dikişîne û da zanîn ku wê bi hemû re û rêbazan li dijî çewsandina li ser jinan têkoşîna xwe bimeşînin.

Kongreya Star li navçeya Çilaxa semînerek da

Kongreya Star bi heman armancê li navçeya Çilaxa ya bi ser Kantona Qamişlo, semînerek ji şêniyên navçeyê re da.

Di semînerê de behsa cureyên tundiya ku li ser jinan tên meşandin hate kirin û hate gotin ku bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo jinan xwe di hemû qadên jiyanê de îsbat kir.

Kongreya Star li Hesekê semînerek ji mêran re li dar xist

Li Hesekê jî, Kongreya Star bi koordîneya PYD`ê li bajarokê Tiwêna yê girêdayî Hesekê semînerek ji mêran re li dar xist.

Bi dehan şênî û endamên meclisê yên mêr beşdarî semînerê bûn.

Endamê rêveberiya meclisa PYD`ê Ebdulxenî Oso di semînerê de axivî û behsa tundiya li ser jinan bi hemû cure û rêbazên wê yên cuda kir.

Her wiha hat diyar kirin têkoşîna jinê di Şoreşa Rojava de bûye sembola azadiya jinê.

Li Sirînê şaxê rêxistina Sara ya dijî tundiya li ser jinan hate vekirin

Rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jinê bi nêzîkbûna 25’ê mijdarê, li navçeya Sirînê ya bi ser Kantona Kobanî şaxek ji rêxistina xwe re vekir.

Bi dehan jinên navçeyê û nûnerên saziyê sivîl tevlî şahiya vekirinê bûn.

Yekîtiya Jinên Ciwan li Şehba û Minbicê ji bo 25’ê mijdarê daxuyanî dan

Yekîtiya Jinên Ciwan a Minbic û Şehbayê bi heman armancê daxuyaniyên cuda dan.

Di daxuyaniyan de hemû rengên tundî ku li dijî jinan di dîrokê de hatin kirin hatin bibîrxistin, her wiha bal hate kişandin li ser tezên Rêber Apo yên derbarê azadiya jinê.

Li Helebê, Meclisa Jin a Partiya Sûriya Pêşerojê di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê, pêşengeheke wênexêzan li dar xist.

Meclisa Jinan a Sûriyê derbarê cureyên tundiyê de semînerek da

Di heman çarçoveyê de, Meclisa Jinan a Sûriyê derbarê cureyên tundiyê, sedemên wê, bandorên wê û rêbazên çareserkirinê de semînerek da.

Back to top button