350 zarok di girtîgehên PDK’ê de ji mafên xwe yên zagonî û mirovî bê par in

Endama RJAK’ê Ciwana Ebdulbaqî dema ku ji salvegera Komkujiya şengalê vedigeriya, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat girtin..Ciwana 71 rojan girtî ma…Ciwana qale wan rojan dike û dibêje: Ez xistim cihê ku jinên Daiş’ê tê de bûn…Kesên girtî ji hemû mafên xwe bê par bûn.

3’ê Tebaxa 2021’an bi boneya salvegera êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê li ser Şengalê, şandeyek jinên çalakvan ên endamên RJAK ku ji Ciwana Ebdulbaqî, Xewle Mehemed Hesên û Seyran Ehmed Hesên pêk dihat ji bo piştgiriya jinên Şengalê û êşa wan par bikin diçin Şengalê.

5’ê Tebaxê di vegerê de li cihê kontrolê ya Kelekê ya girêdayî bajarê Hewlêrê ji aliyê asayîşa PDK’ê ve tên girtin.

Piştî mehekê Xewle Mehemed Hesen û Seyran Ehmed Hesen tên berdan, lê belê Ciwana ne hat berdan 71 rojan di girtîgehê de girtin.

Endama RJAK’ê Ciwana Ebdulbaqî ya di sala 1996’an de ji dayik bûye, 71 rojan di girtîgeha PDK’ê de mayî wiha behsa girtina xwe dike:

Ciwana bilêv kir piştî ew birine girtîgehê bi jinên DAIŞ’î re di heman cihî de hatine hiştin

Ciwana Ebdulbaqî ragihand ku di zindanên PDK’ê de girtî ji hemû mafan bê par tên hiştin.

Back to top button