Mihrîcana “Arîn Bisk û Zulfên Aşîtiyê ye” a li Kobanê di roja 2’an de dewam dike

Mihrîcana Şano ya “Arîn Bisk û Zulfên Aşîtiyê ye” a li Kobanê di roja 2’an de dewam dike.

Di mihrîcanê de şêniyên Kobanê, gelek siyasetmedarên Kobanê, endamên saziyên sivîl û leşkerî yên kantonê amade bûn.

Di roja duyemîn a mîhrecanaê de koma şanoyê ya Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê şanoya “Girtîgeha Bavê Min ” pêşkêş kir.

Şano li ser kurekî ku di encamê qezayekê de kor bûye û bavê wî dixe girtîgehê bû.

Çalakiyên mihrîcanê wê heta 27’ê vê mehê dewam bike.

Tê payîn ku sibe endamên Çand û Hunerê ya Tebqa şanoya “Çinîna tasa serî” pêşkêş bikin.

Back to top button