Erbeyeke li Amerîkayê pêl mirovan kir 5 kes mirin û herî kêm 40 jî birîndar bûn

Li Amerîkayê dema pîrzobahiyên Noelê, erebeyek bi lez ket nav girseyî û pêl mirovan kir..

Di encamê de 5 kes mirin û bêtirî 40 mirov jî jiyana xwe ji dest dan..

Li gorî lêkolînên destpêkê, polîsîn dibêjin ti nîşaneyên ku êriş teror e tine ye..

Bûyer li eyaleta Wisconsin (Wîskonsin) pêk hat.

Li bajarê Waukesha (Waukêşa) gel ji bo pîrozbahiyên Noelê beşdarî merasîmê bû.

Di kêliyeke qelebalix de erebeyek sporê ya rengê sor, ket nava gel û pêl mirovan kir.

Di encamê de 5 kes mirin.

Her wiha bêtirî 40 mirov jî birîndar bûn.

Berpirsê polîsên herêmê Dan Thompson encam piştrast kir û got:

Heta em agahiyên nedin malbatan, em ê nasnameya qurbaniyan eşkere nekin.

Rayedarên ewlekariyê jî ragihand ku vê gavê ti nîşaneyên êrişeke terorê xuya nakin.

Koşka Spî jî têkildarî bûyerê daxuyaniyek da û got, ew meselê ji nêz ve dişopînin û ger pêwîst bike, wê alîkariya rêveberiyên herêmî bikin.

Back to top button