Heyva Sor a Kurdistanê alîkarî ji bo 2 hezar koçberî şand

Heyva Sor a Kurdistanê pêdiviyên jiyanî ji bo 2 hezar penaberên li sînorê Belarûs û Polonyayê şand.

Heyva Sor ev alîkarî bi desteka rêxistina mirovî ya Alman (em ji bo koçberan alîkariya lezgin dikin) gihand kesên li ser sînor.

Heyva Sor a Kurdistan û saziya Alman a bi navê Wir packen’s an (Wîr Pakens an) ji bo şandina alîkariya lezgîn, hevkarî kirin.

Di encamê de ji bo du hezar koçberî xwarin, kinc, power-bank, pêlav, çakêtin zivistanê û betanî û hatin kirîn.

Alîkarî ber bi herêma sînor ve hat şandin.

Ji endanên Nûnerê Heyva Sor Muhyedîn Dolaşir diyar kir wan pêdiviyên koçberan li gorî şertên zivistanê amade kirine û got:

Hevkariya me û saziya dost a Alman kareke girîng bû.

Bi taybetî jin û zarok ev demeke li sînor perîşan bûne. Me jî xwest li gorî derfetên xwe destê alîkariyê dirêjî wan bikin.

Ji bo temamkirina pêdiviyên koçberan, Endamê Heyva Sor bang li gelê Kurd ê li Ewrûpayê kir û got:

Divê em hevgirtina bi kesên muhtac re xurt bikin.

Mirovên me di navbera wan sînoran de asê mane û ti dewlet alîkariya wan nake. Bêyî ku em ferqê bixin navbera ziman û nasnameya mirovan, em ê alîkariya wan bikin.

Rêveberê Saziya Alman, Anê Axel Grafmanns malavahiya Heyva Sor a Kurdistanê kir û got:

Ji bo koçberên hatine sînorên Ewrûpayê, me û Heyva Sor a Kurdistanê hevkariyek kir.

Em ê pêwîstiyên ku bi bexşên Heyva Sor hatibûn kirîn bişînin ji herêmê re. Bi xêra alîkariyên maddî em alavan dikirin û ji wir re dişînin. Nûçeyên mirina ji serma û birçîbûnê ji wir tên. Ev hevgirtina me tê wateya protestokirina polîtîkaya li ser koçberan jî.

Back to top button