Dîlawer Ehmed: Piştî ku min dît ev kom girêdayî Tirkiyê ye, ez derketim

Tevî malbatên çekdarên Roj, çekdarên ku ew bi xwe berî niha di komê de bûn û jê veqetiyane jî heman bangê dikin.
Yek ji wan ciwanê bi navê Dîlawer Feysel Ehmed ku berî niha di komê de cih digirt. Dîlawer dibêje “Dema min dît ev kom girêdayî dewleta Tirk e ez jê derketim. Tevî wî, malbateke din jî bang li çekdarên vê komê ku kurê wan jî di nav de ye, kir ku jê derkevin.

Malbatên çeteyên Roj bangên xwe yên vegera ji vê komê li zarokên xwe didomînin.

Tevî wan, kesên ku bi xwe jî berê di vê komê de bûn heman bangê li çeteyên vê komê dikin.

Yek ji wan, Dîlawer Feysel Ehmed e.

Dîlawer demekê di nav vê komê de bû, lê niha jê veqetiyaye û li ojavayê Kurdistanê dimîne.

Ew dibêje “Dema min nas kir ku Peşmergên Roj girêdayî dewleta Tirk e, ez derketim.

Ebdulrezaq Ibrahîm: Dewleta Tirk zarokên Rojava ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne

Ebdulrezaq Ibrahîm jî ji Qamişlo ye û birayê wî jî niha di nava vê komê de ye.

Ebdulrezaq dibêje “Dewleta Tirk zarokên Rojava ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne” û bang li birayê xwe kir ku vegere.

Emşa Mûnîr: Ez dixwazim kurê min ji vê şaştiya mezin vegere

Emşa Munîr jî ku kurê wê Ebdullah Munir jî di koma çeteyên Roj de ye, bang li kurê xwe kir ku çeka xwe deyne û vegere.

Şahîn Mihemed: Ev kom ne peşmergeyên Kurdan, ên Erdogan in

Ji bilî wan, Şahîn Mihemed jî ku kurê wî di nav çeteyên roj de ye destnîşan kir ku ew ne peşmergên kurdan e, ew peşmergeyên Erdogan in.

Back to top button