Ziyad Cebar: Em YNK piştgiriya kampanyaya derxistina PKK ji lîsteya terorê dikin

Çalakî û bangên ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê, zêde dibin. Serokê Koma YNK’ê ya Parlamentoya Başûrê Kurdistanê Ziyad Cebar piştrast kir ew YNK piştgiriyê didin hewildanên derxistina PKK’ê ji lîseya terorê û dixwazin ev yek di zûtirîn dem de pêk were. Nivîskar û Aktîvîstê kurd Selam Abdullah jî heman daxwaz ji Yekîtiya Ewropayê kir û xwest azadiya Rêber Ocalan jî migoser bike.

Ji bo PKK ji lîsteya terorê were derxistin, dema dawî ji qada navdewletî û kesayetên Ewropî ve hewildan û bang tên kirin.

Ji bo vê mijarê Serokê Koma Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê -YNK’ê ya Parlamentoya Başûrê Kurdistanê Ziyad Cebar jî nirxandin kir.

Ziyad Cebar destnîşan kir YNK ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê piştgiriya xwe anî ziman û ev got:

“Li her aliyê Kurdistanê, pêwistî bi piştgiriya YNK’ê hebe, wê piştgiriyê bike. Ji bo PKK heman tişt derbasdar e. Em dixwazin PKK ji lîsteya terorê were derxistin.”

Nivîskar Selam Abdullah: Divê Yekîtiya Ewropayê PKK’ê ji vê lîsteyê derxîne

Ji bo heman mijarê nivîskar û aktivîstê Kurd ê ji Başûrê Kurdistan Selam Abdullah jî peyamek belav kir.

Nivîskar Selam Abdullah di peyama xwe de wiha got “Welatên Ewropa ji berê û heta niha mafê gelê Kurd binpê dike û hemû hewldanên wan li dijî Kurd û partiyên Kurdan e.

Partiyên siyasî yên Kurd jî xistine lîsteya terorê, bi taybet PKK.

Ev hemû binpêkirina mafê gelan û mirovan e.”

Nivîskar Selam Abdullah dawiya peyama xwe bang li Yekîtiya Ewropayê kir ku PKK’ê li lîsteya terorê derxe û azadiya Rêber Ocalan misoger bike.

PKK karî pirsgirêka Kurd di asta navneteweyî de bixe rojev

Nivîskarê Iraqî Sati Racî jî diyar kir di encama destkeftiyên PKK’ê de niha Kurd dikarin nûnerên xwe yên siyasî bişînin parlementoya Tirkiyê.

Sati Racî dibêje: PKK hişt ku îdeolojiya fermî ya dewleta Tirk têk biçe. Ji bo PKK ji lîsteya terorê were derxistin, divê kampanyayên mîna ya niha heyî berdewam bikin.”

Back to top button