PYD: Daxuyaniyên Mesrûr Barzanî dagirkeriya Tirkiyê rewa dike

Beriya çend rojan, Mesrûr Barzanî yê PDK’yî li ser gef û êrişên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd, gotibû: Dewleta Tirk ne dijminê Kurda ye, ew dijî PKK’ê ye û ger xelkê rojava peywendiya xwe bi PKK’ê re qut bike, ew ê Tirkiyê êriş neke..
PYD’ê nerazîbûn nîşanî vê helwesta Barzanî da û bang lê kir ku dest ji ‘rewakirina dagirkeriya dewleta Tirk’ berde û ‘bêyî dereng bikeve’ ji hevkariya dewleta Tirk vegere.

Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşanî helwesta sosret a Mesrûr Berzanî da..

PYD’ê di daxuyaniya xwe de balkişand ser hewla parastina ji êrişên dewleta Tirk û MÎT’a wê, çeteyên wê yên ji bermahiya DAIŞ’ê û komên din ên terorîst û ev yek got:

“Di demeke wiha de û dîsa li gel zextên siyasî û dîplomasî û şantajên li dijî her kesê nêzî Rêveberiya Xweser tên kirin, serokê hikumeta Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li şûna hikumeta Erdogan diaxive.

Em daxuyaniyên Mesrûr Barzanî wekî helwesteke dijberî berjewendiyên gelê Kurd, rewakirina dagirkeriya Tirk û xizmetkirina wê dihesibînin.”

PYD: Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê minetdarên PKK’ê ne

Her wiha derbarê gotinên Berzanî yên dibêje PKK’ê sedeme ku dewleta Tirk êrişî rojava dike, PYD’ê di daxuyaniya xwe de ev yek bi bîr xist:

Partiya Karkerên Kurdistanê-PKK di oxira rizgarkirina herêmên Rêveberiya Xweser a demokratîk ji DAIŞ`ê û yên li pişt wê, nêzî 4 hezar şehîd da.

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji PKK`ê re minetdar e. PKK partiyekî Kurdistanî ye û ji bo parastina rûmeta kurdan gelek berdêl dane û dide.

PYD’ê dawiya daxuyaniya xwe de ev bersiv da:

Eger ev axaftin ji bo şîretkirinê ye, şîretên me jî ji wan aliyan re heye ku bila li çarenûsa kesên bi mêtîngeriya Osmanî û dewleta Tirk re li hemberî serhildan û şoreşên gelê Kurd hevkariyê dikin, binêrin.

Tirajediya ku bi destê Faşîzma dewleta Tirk li ser gelê kurd pêk tê dûr bikevin.

Gelê kurd êdî dîroka xwe dixwîne û bi îsrar e ku dîrok xwe durbare neke.

Back to top button