PYD: Ên ku nehiştin DAIŞ û dewleta Tirk Sûriyê bi giştî dagir bikin QSD bû

PYD’ê daxuyaniek da û tê de tawanên hikumeta Şamê yên parçekirina Sûriyê red kirin û careke din banga diyalogê û derxistan dagirkeran kir. 

PYD’ê di daxuyaniya xwe de bi bîr xist “Ne ji têkoşîn û berxwedana QSD’ê bûya wê DAIŞ û dewleta Tirk xaka Sûriyê tev dagir kiriban.”

Her wiha diyar kir ew ne bi çareya leşkerî re ne, lê ger hikûmeta Şamê di siyaseta xwe de, israr bike ew ê teslîm nebin û xwe biparêzin.

PYD’ê da zanîn ku bijarteya yekane ya çareserkirina vê rewşa aloz diyalog û danûstandina Sûrî-Sûrî ye û hemû bijarteyên din wê krîzê kûrtir bikin.

Dawiya daxuyaniyê, PYD’ê tekez kir “Divê aliyê Sûriyê tev û bi hev re ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî û avakirina Sûriyeke demokratîk ku rûmeta tevahî welatiyên Sûriyê biparêze, bixebitin.”

Back to top button