Almanya hişyarî da welatiyên xwe: An hunên derziyê lixwe bidin, an jî hunê bimrin

Hukûmeta Alman hewl dide welat ji belaya vîrûsa Koronayê xelas bike.
Bi taybet demên dawî zêdebûna hejmara pêketiyan fikar zêdekirin.
Ji ber vê çendê ev bang li welatiyan kirin:
Heta dawiya zivistanê derziyên koronayê lixwe bidin û baş bibin.
Berovajî vê hunê bimrin.

Wezîrê Tendirûstiyê yê Almanyayê Jens Spahn (Yens Şpan) li hemberî zêdebûna pêketiyên nû yên vîrûsa Koronayê hişyarî da.

Spahn rewş wele lezgîn binav kir û wiha got:

Armanc û bendwarî ew e ku her Alman heta dawiya zivistanê derziya li dijî vîrûsê lixwe bide.

Eger ev yek pêk were wê herkes baş bibe, barovajî yên derziyê lixwe nedin wê bimrin.

Li gorî lêkolînan, rêjeya derzîlêdanê li herêmên Başûr û Rojhilatê Almanyayê kêm e.

Heta niha li welat bêtirî 100 hezar kes ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dane.

Back to top button