Li Venesuela hilbijartin..partiya deshilat ji 23 Eyaletan li 20 serketin bidest xist

Li Venezuelayê, partiya Serokomar Nikolas Maduro di hilbijartinên xwecihî de bi ser ket.
Di hilbijartina xwecihî yên doh hate lidarxistin de, partiya desthilatdar ji 23 walîtiyan 20 jê bi dest xist.

Partiya desthilatdar Şaredariya paytext Caracasê li pêşberî muxalefeta parçebûyî qezenç kir.

Muxalefet ji sala 2017’an û vir ve yekemcar tevlî hilbijartinê dibe.

Yekîtiya Ewropayê jî piştî 15 salan yekemcar hilbijartinên li Venezuelayê şopand.

Tê payin ku Yekîtiya Ewropa rapora xwe roja Sêşemê eşkere bike.

Hate ragihandin ku rêjeya tevlîbûnê ji sedî 41,8 bê eşkerekirin.

Bi giştî 8.1 milyon kesî deng da.

Muxalefet tenê li sê eyaletan bi ser ket.

Serokomar Maduro ji bo encamên hilbijartinê got,

“Serketineke bedew, berhema kar.”

Back to top button