Îran: Ji ber şerê li Kendava Besra 9 leşkerên me ji aliyê DYA ve hatin kuştin

Aloziya navbera Îran û DYA li Kendava Besra bi ragihandina encama şerê li herêmê re zelal bû.
Tahranê ragihand ku di encama şerê navbera DYA û Hêzên Parastina Şoreşê yên li Kendava Besra 9 leşkerên wan hatine kuştin.

Fermandarê Hêza Deryayî ya Artêşa Pasdarên Şoreşê yê Îranê Elî Riza Tengserî ragihand ku heta niha 9 pasdarên Şoreşê di şer û pevçûnên rasterast ên bi Amerîkayê re li Kendava Besrayê hatine kuştin.”

Li gor nûçeya ajansa Mêhr ku bi nêzîkbûna xwe ya bi Artêşa Pasdarên Şoreşê re tê naskirin, Tengserî derbarê dema şerê rûdayî de jî ti agahî nedaye.

Tengserî got,

Di navbera Amerîka û Hêzên Deryayî yên Parêzvanên Şoreşê de gelek nakokiyên rasterast derketin.

Di despêka mehê de careke din navbera DYA û Îranê li Derya Umanê alozî derketibû.

Di encamê de, hêzên Îranê karîbûn keştiya xwe ji destê hêzên DYA derxîne.

Wê demê jî liherêmê di navbera aliyan de alozî derketibû.

Îranê jî dimenê oparasyonê bi raya giştî re parve kiribû.

Back to top button