Kanada..şemitîna ax û hilweşîna rêyan li British Kolombiya jiyan zehmet kiriye

Li parzemîna Amerîkaya Bakur jî rewş hemane.
Li Kanada ji ber barana zêde û şemitîna axê, rêya çûn û hatina gelek herêmên British Kolombiya hatine girtin.

Barana hefteyên dawî li eyaleta British Kolombiya bû sedema ku xebatên alîkarî dayîna welatiyan zehmet bibe.

Dimenên ku ji herêmê tên, metirsiya li herêma Abbotsford nîşan dide.

Rêyên sereke yên çûyîna herêmê ji ber çemitîna axê xera bûne.

Ji ber lehiya ku li herêmê rabû herî kêm 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Rêveberiya welat ragihand ku metirsiya zêdebûna jimara miriyan heye.

Her wiha tevî avahiyên dibin avê de mayîn bi hezaran lawiran jiyana xwe ji dest dane.

Li herêma eyaleta British Kolombiya xebatên rizgarkirinê didome.

Back to top button