Erebîstana Siûdî..Li sînorê bajarê Tureyf berf bariya

Di demeke ku welatên Rojhilata Navîn li benda baranê ne, Erebîstana Siûd em matmayî hiştin.
Li Siûdî ya ku bi toza xwe tê naskirin berf bariya û erd spî kir.
Siûdiyên ev yek dîtin jî matmayîn û keyfxweşiya wan ji hestên wan xuya dikir.

Li bajarê Tureyfê yê li Herêma Sînor a Bakurê Erebîstana Siûdî berf barî.

Hat diyarkirin ku barîna berfê li herêmên bilind û çiyayî yên bajêr bi bandor bû.

Her wiha berfê kêm be jî herêmên bejahiya deştê jî spî kir.

Ji Navenda Meteorolojiya Neteweyi ya Erebistana Siudî Adil Qazanli bi daxuyaniyekê diyar kir ku li heremê dibe germahiya hewaye dakeve bin pileya sifir.

Back to top button