Pirsgirêka tenduristiya koçberên ber sînorê Polonya-Belarûs zêde dibe

Ev bêtirî 2 hefteyane bi hezaran koçberên ji Asya navîn di navbera sînorê Polonya-Belarûs de ne.
Hikumeta Polonya sînorê xwe yê ji bo derbasnebûna koçberan tam asê kiriye.
Bendewariya koçberên li ber sînor, pirsgirêkên tenduristî zêde kiriye.

Serokwezîrê Polonya Mateusz Morawiecki serdana hêzên li ber sînor kir.

Di serdanê de ji bo naskirina rewşa li sînor, bi fermandaran re civiya.

Piştre jî berê xwe da xeta dawî ya sînor.

Koçberên ku li ber sînor asê mane jî li ber sermayê ne.

Sermaya zêde nexweşiyên tenduristiyê jî zêde kiriye.

Komek ji Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) serdana herêmê kir.

Berpirsên Belarûs ku agahî dan şandeyê diyar kirin ku ew 24 saetan alîkariya koçberan dikin û got.

Heta niha derdora 100 kes ji bo nexweşxanê hatine veguhestin.

Rêxistinê jî soza alîkariya pêdiviyên tenduristiya ji bo koçberan da.

Ji 8’ê Mijdarê ve nêzî 2 hezar koçberên ji Iraq, Başûrê Kurdistan, Sûrye û welatên Asya Navîn ji bo derbasî Ewropa bibin li ber sînorê Polonya ne.

Back to top button