Mihemed Emîn Pêncwênî: Girtina PKK’ê di lîsteya terorê de ne mirovî ye

“PKK gel e, gel nayê qedexekirin…” Bi vê dirûşmê piştgiriya kampanyaya ku ji bo derxistina PKK’ê ya ji aliyê Meclîsa Medya Dîjîtal a Kurdistanê ve hate destpêkirin zêde dibe. Di vê çarçoveyê de siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Pêncwênî, Nivîskar û çalakvan Selam Abdullah û Mamoste û hunermendên Êzidî yên Şengalê jî desteka xwe ya ji bo kampanyayê ragihandin.

Bi armanca derxistina PKK’ê ji ‘Lîsteya Terorê’, Meclîsa Medya Dîjîtal a Kurdistanê li ser torên medyaya sanal kampanyayek mezin dan destpêkirin.

Di çarçoveya kampanyayê de gelek siyasetmedar, nîvaskar, rewşenbîr, rayedar, û kesên bi nav û deng yên Kurd, enternasyonalîst tevlî kampanyayê bûn.

Piştgiriya kampanyayê dewam dike û gelek sazî, rêxistin û kesayetên siyasî yên ji Başûrê Kurdistanê jî tevlî kampanyayê dibin.

Siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Pêncêwênî jî tevlî kampanyayê bû û peyamek bi dîmen belavkir.

Pêncewênî di peyama xwe de dibêje, “Xistina PKK’ê ya nava lîsta terorê ne yasayî û ne miroviye. PKK parastina mafên Kurdan dike.”

Pêncwênî daxwaz ji dadgeha mafê mirov a ewropayhê kir ku navê PKK’ê ji lîsta terorê were derxistin.

Herwiha pêncwînî di dawîya peyama xwe de bal kişand ser tecrîda giran ya li dijî Rêber Apo û daxwaz ji Komîteya Pêşî Lêgirtina Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê CPT kir ku rê bi malbat û parêzerên wî were dayîn da ku li gel hevdîtin were kirin.

MAmoste û hunermendên Şengalê: Biryara li ser PKK’ê rûreşiya cîhanê ye

Li aliyê din civaka Êzidî jî piştgiriyê da kampanyayê.

Mamoste û hunermendên Êzidî yên Şengalê diyar kirin PKK xwedî li civakên bindest derdikeve û biryara li ser PKK’ê rûreşiya cîhanê ye.

Berdevkê Saziya Ziman û Perwerdehiya Civaka Demokratîk a Êzdiyan Mamosta Nayîf Şengalî anî ziman ku ew wek mamosteyên Şengalê destek didin vê kampanyayê û got:

“Di komkujiya 3’yê Tebaxa 2014’an de ji bilî PKK’ê kes nehat hawara me ve. Yên ku li mirovahiyê xwedî derketin ew bûn. “

Back to top button