Xwendekarên li zanîngeh û peymangehên Silêmaniyê dixwînin li dijî nedana mesrefa mehane ya xwendekaran, çalakî lidarxistin. Di encama deswerdana Polîsan de çend xwendekar birîndar bûn.
Îro xwendekarên zanîngeh û peymangehê li Silêmaniyê li ber avahiya walitiya bajar li dijî nedana mesrefa mehane ya xwendekaran çalakiyek li dar xistin.
Xwendekaran di çalakiyê de rêya sereke ya Silêmanî-Tasluce li trafîkê girtin.
Piştre hêzên ewlehiyê ji bo belavkirina xwendekaran bombeyên gazê bikaranîn.
Di navbera xwendekar û polisan de alozî derket û çend xwendekar birîndarbûn.