Çeteyan 3 kes ji navçeyên Mabata û Şêrawa yên Efrînê revandin

Revandina welatiyan li Efrînê bi hincetên bêbingeh bûye kiryareke rojane ya dewleta Tirk û çeteyên wê. Çeteyên dewleta Tirk 3 welatî ji navçeyên Mabata û Şêrawa revandin. Her wiha dagirker şûnwarên li Efrînê jî talan û wêran dikin.

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên xwe li Efrîna dagirkirî bê navber dewam dikin.

Dagirkeran ji navçeyên Mabata û Şêrawa 3 welatiyên din revandin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê navên kesên hatine revandin wiha ne:

Cafer Hemîd Etana û Ibrahîm Hisên yên ji gundê Mest Aşûra yê bi ser navçeya Mabata.

Beşîr Xelîl Cutî yê ji gundê Fafirtînê yê bi ser navçeya Şêrawa.

Hate diyar kirin çeteyan kesên revandin birin cihekî ne diyar û heta niha çarenûsa wan nayê zanîn.

Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê tenê ji destpêkê vê mehê heta niha, çeteyan 93 kes ji Efrînê revandine.

Çeteyên dewleta Tirk şûnwarên Efrînê wêran û talan dikin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li li Efrînê di çaçroveya guhertina demografiyê de şûnwaran talan û wêran dikin.

Çavdêriyê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk, Girê Bîr ê dîrokî yê gundê Şêxurzê yê navçeya Bilbilê ji 3 salan ve dikolin û di encamê de gir hilweşandine.

Çavdêriyê diyar kir ku ji ber ku çete li tiştên dîrokî digerin, darên zeytûnê qut kirin û erdê li dora Girê Bîr hilşweşandin.

Gerînendetiya Şûnwaran a Efrînê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker Efrînê derdora 130 gir û cihên dîrokî yên Efrînê wêran kirine.

Di nav de Eyn Dara, Girê Erendê, mezara Şêx Hemîd ê li gundê Qestel Cindo yê navçeya Şera û gelek cihên din.

Gelek pispor destnîşan kirin ku armanc ji van sûcan ne qezenckirina pereyan e lê belê Enqere di radeya yekemîn de demografiya herêmê, çand û nasnameya wê biguherîne û dîroka wê tune bike.

Back to top button