LEYLA GUVEN 178 ROJ IN LI DIJÎ TECRÎDÊ LI BER XWE DIDE

Tevî çalakiya Rojiya Mirinê , grevên birçîbûnê jî yên hatine destpêkirin bi biryar dewam dikin.
Berxwedana Leyla Guven a ji bo tecrîdkirina Rêber Ocalan bi dawî bibe, di roja 178’emîn de ye.
Her wiha girtiyên di grevê de jî bi biryar çalakiya xwe didomînin.

Çalakiya Leyla Guven a li dijî tecrîd kirina Rêber Ocalan di roja 178’emîn de didome.

Çalakiya girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê ku koma ewil ji 16’ê Kanûna 2018’an ve dabû destpêkirin jî 140 roj in berdewam dike.

Piştî 1’ê Adarê bi hezaran girtî li girtîgehên Tirkiye’yê dest bi greva birçîbûnê kirin.

Çalakiya wan di roja 64’emîn de berdewam dike.

GIRTÎ KAYA: ENCAM WÊ BÊHEMPA BE

Çalakgerê greva birçîbûnê Abdullah Kaya ku ji 9’ê Çile ve li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan di greva birçîbûnê de ji kovara zindanê ya Giravê re axivî.

H. Abdullah Kaya , gotina Fermandar Çiyager bi bîr anî û got,”Çi dibe bila bibe encam wê bêhempa be”.

Her wiha Çalakiya Parlementerên (HDP) Dersîm Dag a di 3’ê Adarê de, Tayip Temel û Murat Sarisaç ên di 8’ê Adarê de dan destpêkirin dewam dike.

Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan, çalakiya xwe li malê dewam dike.

Ji wan:

Çalakiya Sedat Akin 118 roj, Gurbet Ektîren 109, Mahsun Şen 120 û Mûrat Aksin 51 roj, Semra Alkan118 roj, Îhsan Sinmiş 67 roj in di grevê de çalakiya xwe li malê berdewam dikin.

HEYETA ŞOPANDINÊ YA GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ RAPOR WEŞAND

Şandeya Şopandinê ya Grevên Birçîbûnê, piştî serdana Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa F ya Kandirayê kir, rapora xwe eşkere kir.

Şandeyê di rapora xwe de got:

“Jiyana 2 hezar û 938 girtiyên di greva birçîbûnê de û 15 girtiyên di rojiya mirinê de , di rewşeke pir xetere de ye.

Em bang li rayedarên dewletê dikin ku divê demildest gavan bavêjin .

Leave a Reply

Back to top button