Lîbya ..Serokwezîr Dibeybe namzetiya xwe ya ji bo serokatiyê danî

Di siyaset û paşeroja Lîbya de îro rojek girînge.
Îro roja dawî ya diyarkirina namzetiya xwe ya ji bo rêvebirina welate.
Piştî îro hemû îdia û gotinên ku namzetên nû wê hebin bê bingeh dimînin.
Serokwezîrê Hikumeta Yekîtiya Netewî ya Lîbya Dibeybe jî beriya ev roj bidawî bibe, namzetiya xwe eşkere kir.
Tevî Dibeybe heta niha 56 namzetên ji bo serokatiya welat hatine kirin.

Li Lîbya di nava bendewariyên zêde de, amadekariyên dawi yên ji bo hilbijartinên li welat têne kirin.

Namzetên Serokomariya welat jî yek bi yek eşkere dibin.

Îro jî roja dawî ya ji bo danîna namzetiya ji bo serokatiya welate.

Beriya bidawîbûna dema eşkerekirina namzetiya Serokomariyê, Serokwezîrê Hikumeta Yekîtiya Netewî a Lîbya Ebdulhemîd Dibeybe namzetiya xwe eşkere kir.

Dibeybe yê serlêdana Lijneya Hilbijartinê ya Bilind a Lîbyayê kirî, piştî wê daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Dibeybe destnîşan kir ku ew namzedê xizmeta gel e û wiha got:

“Ez ji bo xizmeta we bûm namzet, ne ji bo tiştekî din.

Riya rast derket holê.

Ez bang li we dikim ku hêviya xwe winda nekin û di vê rêyê de bi pêş ve biçin.”

Serokwezîrê Lîbya da zanîn ku ji niha û pê ve li welêt şer dernakeve û got,

Lîbya wê di nav yekîtî û hevgirtinê de bibe dewleteke serwer.

Seyfulîslam Qeddafî, kurê rêberê Muamer Qedafî jî di 14’ê Mijdarê de û piştre jî Fermandarê Artêşa Nîştîmanî ya Lîbya Xelîfe Hefter di 16’ê Mijdarê de namzetiya xwe ya serlêdan kiribûn.

Lijneya Bilind a Hilbijartinê ya Lîbyayê ragihand ku heta niha bi tevahî 56 kesan ji bo namzediya serokomariyê serlêdan kirine.

Di civînên Mijdara 2020’an a Foruma Diyaloga Siyasî ya bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî hate lidarxistin de, biryar hat dayîn ku hilbijartina Serokatî û parlamentoyê di 24’ê Kanûnê de bên kirin.

Back to top button