Vîna gelê Sûdanê darbekar neçarîn ku gav paşde bavêjin

Di nava 65 salên dawiyê de li nava welatên parzemîna Afrîka 210 darbe yan jî hewildanên darpeyê pêk hatine. Herî dawî 25’ê Cotmehê jimarek din ji li ser vê zêde bû. Piştî berxwedana nêzî mehekê gelê Sûdanê karî darbekaran bibin bixin.

Fermandarê artêşa darbekar a Sûdanê ku nekarî dengê gel rawestêne, neçar ma ku bi Serokwezîr Hemdûk re peymanekê îmza bike. Herçiqasî li ser vê peymanê nêrînên cuda hebe jî lê hêviya sereke rawestandina tundiya li dijî gele.

Li Sûdanê demek dirêje daxwaza zanîna bersiva pirsên nediyar heye.

Ji bo dema veguhêz xeteke jiyanê bû, yan jî ji bo biryarên 25’ê Cotmehê ku derbeya leşkerî pêk hat de paşve gav avêtin bû?

Hin kes vê peymanê dîrokî bi nav dikin û li bendê ne ku ji bo krîza siyasî ya ku bi mehan e didome re çareseriyekê peyda bike.

Piştî ku bi dehan kes di xwepêşandanan de hatin kuştin û birîndarkirin, cihê sosret bû ku serokwezîrê ji kar dûrxistî Ebdullah Hemdûk bi Serokê Encumena Serweriyê General Ebdulfettah el-Burhan re li hev kir.

Li aliyê din hêzên siyasî yên din nîgeran in ku hebûna pêkhateyên sivîl tenê bi Hemdûk re sînordar be.

Beşek ji wezîran di rêkeftinê de gelek nîşanên erênî dibînin, di nav wan de vejandina Danezana Destûrî, azadkirina hemû girtiyên siyasî û avakirina komîsyonek ji bo lêkolînkirina kuştina xwepêşanderan.

Tiştê balkêş li ser rêkeftinê ew e ku rê nade partiyên siyasî beşdarî hikumeta demkî bibin.

Çavdêr vê yekê wekî derfetek dibînin ku partiyan meclîsên xwe yên navxweyî organîze bikin û xwe ji bo hilbijartinên Tîrmeha 2023’an amade bikin.

Lê ji aliyê din beşek ji qada civakê peymanê bi xiyanetê binav dikin.

Di rewşek wisan de ev pirs derdikevin holê;

Piştî ev peymana ku çend welatan pêşwaziya wê kirine, wê kolan aram bibin an jî wê şewat dewam bike?

Dema ku xwepêşander di merasîma îmzekirinê de jî bên kuştin, bi vê peymanê wê çek li kolanan bên bêdengkirin?

Ji bo yekkirina artêşên ku di qonaxa berê de nekarîn bikin, gelo Fermandarên artêşê wê vê carê li ser soza xwe bimînin û gavan bavêjin?

Pirs dewam dikin û hêviya rizgarkirina welat jî heye.

Rojên pêş bi bûyerên nediyar dagirtî ye û di heman demê de bersivên têrker jî dihewîne.

Back to top button