Siyasetmedar û rewşenbîrên Ereb tevlî kampanyaya derxistina PKKê ji lîsta terorê dibin

Piştgiriya siyasetmedar û rewşenbîrên Ereb jî ya ji bo Kampanyaya derxistina PKK’ê ya ji lîsteya terorê zêde dibe.
Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Misrê Ehmed Beha El-Dîn Şaban û Nivîskar û rojnamevanê Iraqî Satê Racî jî beşdarî kampanyayê bûn û diyar kirin ku têkoşîna PKK’ê ya ji bo mafê gelê xwe rewaye û divê ji lîsteya terorê were derxistin.

Kampanyaya ku Meclîsa Medya Dijîtal a Kurdistanê ya ji bo piştgirî û derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê hate destpêkirin heta niha gelek deverên cîhanê belav bûyê û deng vedide.

Bi daxwaza derxistina PKK’ê ya ji lîsteya terorê, gelek sîyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar, rayedarên Ereb yên dostên gelê Kurd jî tevlî kampayayê dibin.

Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Misrê Ehmed Beha El-Dîn Şaban jî pişgiriyeke xurt da kampanyayê.

 Ehmed Beha EI-Dîn Şaban:Heta niha ti çalakiyeke terorîstî li ser PKK’ê nehatiye îspatkirin

Şaban diyar kir sedemên ku PKK’ê pê hatibû tawanbarkirin, piştî salan derket ku ti peywendiya xwe bi PKK’ê re nîne û got:

“PKK ji ber kuştina serokwezîrê berê yê Siwêdê Olof Palme bi neheqî hatibû tawanbarkirin.

Di sala 2020’an de doza Palme hate girtin û derket ku ti peywendiya Kurdan bi kuştina wî re nîne.”

Ehmed Beha El-Dîn Şaban destnîşan kir ku heya niha jî di dîroka PKK’ê de ti çalakiyeke terorîstî li ser PKK’ê ne hatiye îspatkirin.

Ehmed Şaban da zanîn PKK ji bo gelê xwe têdikoşe û gelê Kurd jî ji bo azadiya xwe û bidestxistina mafê xwe yên mirovî têdikoşe.

Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Misrê Ehmed Şaban da xuyakirin ku PKK weke rêxistinineke terorîst di lîsteyê de hiştin, zirarê dide doza gelê Kurd û wiha bi dawî kir:

“Em bi dilgermî piştgirî didin însiyatîfa aştiyane ku ji hêla xwediyên xelata Nobelê, nivîskar, zanyar, çalakvanên aştiyê, parlamenter, hiqûqnas û hunermendan ve, ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê.

Satê Racî: Hêzên navneteweyî di encama berjiwendiyên xwe de PKK xistin lîsta terorê

Di heman çarçoveyê de Nivîskar û rojnamevanê Iraqî Satê Racî jî derbarê kampanyayê de ji ajansa Rojnewsê re axivî.

Satê Racî di axaftina xwe de diyar kir ku PKK di encama nakokî û berjewendiyên hêzên navneteweyî de ketiye lîsteya terorê.

Racî dibêje, ji bo PKK ji lîsteya terorê derkeve, li Tirkiye pêwîstî bi bilindkirina têkoşîna Kurdan heye û divê desteka siyasî bigire.

Racî îşaret bi girîngiya xebatên derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê ya li qada Ewropa jî kir û got:

“Ji bo PKK ji lîsteya terorê were derxistin li qada siyasî ya Ewropayê pêwîstî bi kampanyayên hiqûqî, siyasî û medyayî heye.

Ji bo vê jî girînge Kurd li Ewropa ji bo bidestxistina mafê xwe xebatên xwe zêde bikin.”

Back to top button