Fermandariya giştî a YPJ’ê ji bo 25`ê mijdarê daxuyanî da

Fermandariya Giştî a YPJ’ê bi boneya 25`ê Mijdarê, Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan daxuyaniyek da.
YPJ’ê diyar kir têkoşîna jinan ya li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û Cîhanê hêzên mêtinger û qirker ditirsîne.
YPJ’ê bang li hemû jinan kir ku bi rêxistinbûna xwe li dora Şoreşa Rojava bibin yek û têkoşîna xwe ya azadiyê di hemû qadan bilind bikin.

Fermandariya Giştî a YPJ’ê bi boneya 25`ê Mijdarê, Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê daxuyaniyek da.

Fermandariyê di daxuyaniya xwe de got, di vê serdema ku tundî û qirkirina li ser jin û civakê di asta herî jor de pêk tê, jinên azadîxwaz û serhildêr bi biryardariyeke mezin li hember feraseta desthilatdar tekoşîna azadiyê didin û 25’ê Mijdarê bi coşeke mezin a berxwedanê pêşwazî dikin.

Fermandariya Giştî a YPJ’ê di dewam adaxuyaniya xwe de wiha got:

“Têkoşîna jinan a ku xwe dispêre serpêhatiya xwişkên Mirabalan heya Roza, Clara, Sara û heya şehîdên şoreşa Rojava îro di şexsê Fermandara YPJ’ê Sosin Bîrhat de bilind dibe.

Bi rihekê mezin ji çiyayên Kurdistanê, heya Rojhilata Navîn û hemû Cîhanê jin bi her rengî tekoşîna xwe mezin dikin û ev jî tirsa mêtingerî, dagirkerî zêde dike.”

Fermandariya Giştî a YPJ’ê diyar kir ji bo ku jin li dijî vê feraseta desthilatdar derkeve pêwîstî bi bi rêxistinbûyenek xurt heye û ev yek anî ziman:

Fermandariya giştî a YPJ’ê: Li dijî êrişan pêwîstiya jinan bi rêxistinbûneke xurt heye

“Di vê pêvajoya ku feraseta kujer jinê di malê de dikuje û li qadên têkoşînê hedef digre, pêwîstî bi rêxistinbûna jinan ya xurt heye. Riya li hember êrîşên çandî, civakî û siyasî bi xwe parastinê û bi rêxistinbûneke xurt pêkan e.”

Fermandariya Giştî a YPJ’ê di daxuyaniya xwe de bang li hemû jinên Kurd, Ereb, Ermen, Asur, Suryan kir ku bi rêxistinbûn û hevgirtina xwe li dora Şoreşa Rojava bibin yek û têkoşîna xwe ya azadiyê di hemû qadên şoreşê de bilind bikin.

Fermandariya Giştî a YPJ’ê daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî kir:

“Em ê bi rihê Fermandar Sosin tekoşîna xwe bilind bikin û xwe biparêzin. Emê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî rizgar bikin, şoreşa xwe biparêzin. Emê bi pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ tecrîdê bişkînin û dagirkeriyê ji holê rakin.”

Back to top button