Helwdanên dewleta Tirk ên dagirkeriyê ji bo teqezkirina mabûna xwe li Efrînê û herêmên din ên bakurê Sûrî, di hemû qadên jiyanê de tên çespandin û ferzkirin.
Ji bona ku mabûna xwe misoger bike, rêjîma AKP gelek pilanan bi rê ve dibe.
Yek ji wan pilanan avakirina kom û komikên çeteyên Turkmen û partiyên girêdayî wê ne.
Yek ji wan komên çete, “Lîwa Silêman Şah” a ku ji malbatên Emşat ên Turkmen pêk tê ne.
Serçeteyê vê komê Mihemed El-Casêm e û bi navê “Ebû Emşe” tê naskirin.
Ev kom li navçeya Şiyê ya Efrînê bi cih dibe û piştgiriya xwe bi temamî ji rêjîma AKP digire.
Bi armanca avakirina tugayeke çeteyan a nû, ev bû 3 meh, rêjîma AKP alîkarî û piştgiriyê dide “Lîwa Silêman Şah”.
Beriya du rojan, ew tugaya ku hatî ragihandin navê “Eşbal Ertugrul” li xwe kiriye.
ji xwe Ertugrul kurê Silêman Şah ê Turkmen e, yê ku bi eslê xwe ji hozên Oguz e, û ji deştên Asya Rojava ve berê xwe dane devera ku niha nav lê dibe Tirkiye ye.