Amerîka: Baskê DAIŞ’ê yê li Efxanistanê piştgiriya darayî ji Tirkiyê wedigirt

Ji komkirina endaman bigrin, heta derbaskirina wan ji bo Sûrî û Iraqê. Ji bazirganiyê bigrin heta destekdayîna darayî. Ji binê her tevgereke DAIŞ’ê her dewleta Tirk derdikeve. Herî dawî jî derket holê ku baskê DAIŞ’ê yê Efxanistanê, ji Tirkiyê piştgiriy darayî werdigirt.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji berpirsên baskê DAIŞ’ê li Efxanistanê DAIŞ-Xorasan Îsmetullah Xalozaî, xist nava lîsteya kesên cezakirî.

Li ser mijarê Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê daxuyaniyek da.

Wezaretê ragihand ku serçeteyê DAIŞ’ê li Efxanistanê Xalozaî navbênkariya fînansên navneteweyî kiriye û got:

Ji bo payebilindên DAIŞ’ê bi gelek erkan rabûye.

Bi taybet jî di mijara xebatên darayî de.

Xalozaî 2 sal in ji Tirkiyê bi rêya sîstema hewaleyan, pere ji bo DAIŞ’a Efxanistanê dişandin.

Li gel van xebatan, Îsmetullah Xalozaî her wiha çeteyên biyanî jî ji bo Efxanistan û derdora wê bi rê dikirin.

Derbarê têkiliya dewleta Tirk DAIŞ’ê her roj belgeyên nû derdikevin

Li aliyê din derbarê têkilî û hevkariya dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ’ê her roj nîşane û belgeyên nû derdikevin.

Jineke DAIŞ’î ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê girtî, hevkariya dewleta Tirk û DAIŞê vegot.

Ev jina DAIŞî, ji bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê ye û sala 2014’an bi rêya “mêvanxaneyek” dewleta Tirk tev li DAIŞ’ê bûye.

Jina DAIŞ’î: Dewleta Tirk çavê xwe ji rêxistinbûna me re digirt

Jina DAIŞ’î ji ber ewlehiyê navê Selwa Mihemed bi kar tîne û dibêje hevjînê wê bi rêya komeleyeke îslamî ya li taxa “Devteyştî” a bajarê Rihayê tev li DAIŞ bûye.

Selwa Mihemed dibêje; dema ew li hevjînê xwe digeriya, bûye şahid ku têkiliya gelek komeleyên îslamî bi DAIŞ’ê re hebûye û wiha dibêje:

“Ez çûm navendeke ewlekariyê ya li Rihayê da kirinên hevjîn û mêvanênxaneyan ji wan re bidim xuyakirin, lê yekî ji endamên ewlekariyê ji min re got, xwişkê! biçe mala xwe û di vê yekê de neaxive. Agahiyên dewletê ji wan mêvanxaneyan heye û çavên xwe li ser wan digire.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku; Hêza Erka Çalakiya Darayî ya Navneteweyî, meha borî ji ber destekdayîna Tirkiyê ji terorê re DAIŞ jî di nav de û spîkirina pereyan, Tirkiye xist lîsteya gewr.

Her wiha Nûnerê Amerîkî yê taybet bi Rojhilata Navîn û Afrîka Brett McGurk s2019an diyar kiribû,
dewleta Tirk, di navbera 2014-2016`an de 40 hezar DAIŞ`iyên ji 110 dewletên cîhanê, derbasî Sûriyê kirine.

Cotmeha 2019`an jî serçeteyê DAIŞ`ê Ebû Bekir El-Bexdadî li ser sînorê Idlibê û dewleta Tirk hatibû kuştin.

Back to top button