Cemîl Bayik: Apoyî bawer kirin, bi biryar bûn û pêk anîn

Piştî çend rojên din Partiya Karkerên Kurdistanê dikeve 44 saliya xwe..
Ji damezrînerên vê tevgerê Cemîl Bayik, sedema serkeftina li hemberî her cûreyên tinekirin û qirkirinê bi van gotinan anîn ziman:
Apoyî bawer kirin, bi biryar bûn û pêk anîn.
Rêber Apo jî mîna ku bi derziyê bîrê bikole, pêşengiya tevgerê kir.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ku di heman demê de yek ji damezrînerên PKK’ê ye jî salvegera partiyê Ajansa Nûçeyan a Firatê re nirxand.

Bayîk pêşî behsa salên pêşî yên amadekariya tevgerê kir û got:

Salên 1970’î li cîhanê tevgerên şoreşger û rizgariya neteweyî pêşketin. Li her deverê têkoşîna sosyalîzmê hebû.

Di wexteke wiha de gelê Kurd hê jî bi siyaseta tinekirinê re rû bi rû bû.

Rêber Apo li hemberî vê rastiyê rabû û bi baweriyeke mezin wiha got;

Ji bo azadiya Kurdan, divê li Kurdistanê têkoşîn were pêşxistin.

Cemîl Bayik: Rêber Apo hêviya mirî zindî kir

Di nava zor û zehmetiyên mezin de, di wextekî de ku hêvî û bawerî bi ti kesî re nemabû, Rêber Apo gaveke welê avêt ku nedihat bîra kesî.

Got, şert û merc giran jî be rêxistinek dikare bê avakirin, têkoşîn dikare bê meşandin û mêtingerî dikare bê têkbirin. Nebûna derfetan ji xwe re nekir gilî û gazin.

Mîna ku bi derziyê bîrê bikole koma Apoyî ava kir û bi pêş ve bir.

Koma Apoyî jî komeke welê bû ku ji gotinên xwe bawer dikir, li gorî wê tevdigeriya, xwe bi rêxistin dikir û têdikoşiya.

Cemîl Bayîk anî ziman ku ji tirsa bandora tevgera wan rêjîma Tirk bi darbetya leşkerî rabû û wiha dewam kir:

Ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurd tine bikin, artêşa Tirk 12’ê Îlona 1980’î darbeya faşîst a leşkerî kir.

Tevgerên wê demê xwe li gorî zehmetiyên şoreşa Kurdistanê bi rêxistin nekirin ji hev belav bûn.

Di demeke wiha de PKK ji aliyê leşkerî, rêxistinî û siyasî ve hîn bi bandor bû û veguherî hêza têkoşînê.

Têkildarî taybetmendiyên bingehîn ên ku hiştin PKK’ê li ser piyan bimîne jî Bayik got:

Nasnameya bingehîn a koma Apoyî ew e ku ji bilî hêza xwe, xwe nespartiye ti aliyên derve. Her bi hêza xwe bawer kiriye.

Pêwendiyên hevrêtî û rêxistinê weke çavkaniya herî bingehîn a hêzê dîtiye.

Bi vê bîr û baweriyê Çileyê 1976’an êdî biryar hate dayîn ku kom derbasî Kurdistanê bibe.

Şehadeta Hakî Karer a 1977’an, li şûna belavbûn û têkçûnê, biryardariya partîbûyînê derxist holê.

27’ê Mijdara 1978’an pêkanîna kongreya damezrandinê jî nîşaneya vê biryardariyê bû.

Dewleta Tirk bi kirinên faşîzan ên darbeya 12’ê Îlonê bersiv da kongreya me.

Lê ji berxwedana zindana bigrin, heta Bêngava 15’ê Tebaxê,

Ji şerê şoreşgerî bigrin heta serhildanên gel,

Têkoşîna PKK’ê ya 43 salên derbasbûyî bû nîşaneya biryardariya meşa ber bi serkeftinê ve.

Back to top button