TEV-DEM: Daxuyaniya Mesrûr Barzanî nerîna Tirkiyê rave dike

TEV-DEM, bersiva daxuyanî û gotinên dawî yên Mesrûr Barzanî da. Bi daxuyaniyekê TEV-DEM dibêje ” Ev daxuyanî nêrîna dewleta Tirk a dagirker rave dike, formeke Tirkî ye û li dijî vîn û nirxên gelê Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî ye.” TEV-DEM bang li gel kir ku siyasetên PDK`ê yên destekdayîna Tirkiyê eşkere bikin.

Berî çend rojan û mîna helwestên wan ên şermok, Mesrûr Barzanî gotibû, “Dewleta Tirk ne dijminê kurdan e û divê gelê Rojava têkiliya xwe ya bi PKK’ê re qut bike. ”

Li ser van gotinên Mesrûr Barzanî Tevgera Civaka Demokratîk – TEV-DEM’ê daxuyaniyek da û tê de ev got:

Dewleta Tirk a dagirker bi dehê salan e li dijî vîna gelê me yê Kurd şerê qirkirina etnîkî dimeşîne.

Nexasim li Herêmên Parastina Medyayê û li herêmên dagirkirî yên Rojavayê Kurdistanê.

PDK`ê jî vê dagirkeriya Tirk a li ser Kurdistanê rewa dike.

PDK’ê jî li şûna ku helwesteke nîştimanî li hemberî dagirkeriya Tirk nîşan bide, berovajî, dagirkeriya Tirk a li ser Kurdistanê rewa dike.

Li ser vê helwesta şermok a PDK’ê jî, TEV-DEM di daxuyaniya xwe de ev yek anî ziman:

Diviyabû rêveberên PDK`ê rola xwe ya nîştimanî di vê pêvajoya çarenûsî de bilîzin.

Lê rêveberên wê demdem li dijî Tevgera Rizgariya Kurdistanê û gerîla daxuyaniyên hişk didin.

Ji daxuyaniya dawîn ya Mesrûr Barzanî diyar bû ku ew nêrîna dewleta Tirk a dagirker rave dike.

TEV-DEM’ê destnîşan kir ku ev daxuyaniy Mesrûr Barzanî formeke Tirkî ye û li dijî vîn û nirxên gelê Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî ye.

Dawiyê jî TEV-DEM’ê bang li gel kir ku siyasetên PDK`ê ku destekê dide dewleta Tirk, eşkere bikin.

Back to top button