Hemdan El-Ebid, Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser dibêje ” Em amade ne bi Himûmeta Şamê re danûstandinan bikin.”
Hemdan El-Ebid anî ziman ku ji girîngtirîn qanûnên dewletan parastina gel û sînoran e, lê hikûmeta Şamê ne gel û ne jî sînorê xwe parast.
Hemdan EL Ebid dibêje:
”Dema ku DAIŞ’ê êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir hikûmeta Şamê dengê xwe nekir, xema wê tenê parastina desthilat bû, lê eger ne ji QSD’ê ba wê Sûriyê ji zû ve hilweşiya ba.”
El-Ebid piştrast kir ku Rêveberiya Xweser ti carî xwe ji Sûriyê qut nedîtiye berevajî, ew li dijî parçekirin û şerê Sûrî-Sûrî û destwerdanên derve ye.
Hemdan El-Ebid ji bo çareserkirina aloziyê careke din banga diyaloga Sûrî-Sûrî kir û anî ziman ku ev bang nîşaneya nîştimanparêziya me ye.