Li Idlib, Hemayê û gundewarên wan ev 4 roj in şerekî deijwar rû dide.
Hêzên rêjîma Sûriyê bombebarana xwe derdora Sehil El-Xab û Qelet El- Medîq ên başûrê Idlibê zêde kirin.
Di encam de 13 sivîlan jiyana xwe ji dest da.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihandin ku li derdora Sehil El-Xab şer di navbera çeteyên “Heyet Tehrîr El-Şam” û rejîma Sûriyê dewam dike.
Çavdêriyê diyar kir ku balafên şer ên rejîma Sûriyê bi 10 bermîlên teqemeniyê bajarokê Qelet El-Medîq bomebebaran kir û destnîşan kir ku hêzên rejîmê hêza xwe ya leşkerî li Sehil El-Xab zêde kiriye.
Di encama van şeran de 13 sivîlan jiyana xwe ji dest da û gelek jî birîndar bûn.