Hilbijartinên Lîbya..Ji bo serokatiya welat 98 kesan serlêdan kirin

Her roja derbas dibe, dema giştî ya li welat nêztir dibe.
Doh dema ji bo tomarkirina namzetiya ji bo serokatiya welat bidawî bû.
Komisyona Hilbijartina Bilind a Lîbya ragihand ku ji bo serokatiyê 98 serlêdan hatine kirin.

Endamê Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ya Lîbyayê Abdulkerîm Bîlhayr di axaftina xwe ya ji dezgehek çapemeniya Tirkiyê re diyar kir ku serîlêdanên ji bo hilbijartina serokomariyê yên 24ê Kanûnê, doh bi dawî bû.

Bîlhayr diyar kir ku belgeyên 98 kesên ku ji bo hilbijartina serokomariyê serlêdana namzetiyê kiribûn hatin qebûlkirin.

Di nava namzetiyên serokomariyê de, Serokê Hikumeta Yekîtiya Netewî Ebdulhemîd Dîbeybe, kurê Muamer Qezafî Seyfulîslam û Fermandarê Giştî yê Artêşa Nîştîmanî Xelîfe Hefter hene.

Di civîna Mijdara 2020’an a Foruma Diyaloga Siyasî ya bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî de, biryar hat dayîn ku her du hilbijartin 24’ê Kanûnê bên kirin.

Back to top button