Yemen..Bi hezaran kes li dijî ambargoyê meşiyan

Şerê navxweyî yê bi salan dewam dike.
Wêranî, xizanî û talan.
Û bi serde jî ambargo..
Gelek Yemenî ji ber van pirsgirêkan hejar û perîşan bûye..

Li paytexta Yemen Sanayê, bi hezaran kes li li dijî ambargo û aloziya leşkerî daketin qadan.

Yemenî di xwepêşandanê de ji encama heyî Amerîka berpirsiyar nîşan dan got;

Îro em li vir in ji bo vê peyamê bidin Amerîkayê:

Hun û hevkarên xwe ji rewşa kambax a Yemenîn berpirsiyar in. Bi helwesta dijminane, hem şer tê gurkirin û hem jî birçîbûn li ser gel tê ferzkirin.

Xwepêşandana girseyî di wexteke wiha de pêk hat ku hêzên hukûmetê bi desteka koalîsyona Erebî amadekariya şerekî mezin li dijî Hûsiyan dikin.

Herî dawî fermandarên Hûsî beriya çend rojan eşkere kirin ku bi taybet li derdora Mearibê ji ber êrişên koalîsyonê, 15 hezar çekdarên wan hatin kuştin.

Back to top button