Lavên ku ji volkana li grava La Palmayê diherikin ji 4 aliyan ve gihiştin deryayê

Lavên ku ji volkana li grava La Palmayê diherikin ji 4 aliyan ve gihiştin deryayê.
Dumana dem volkan gihiştin deryayê bû serdema fikaran.
Saziya Têkoşîna Lezgîn a Giravê û Plansaziya Taybet a Parastina Sivîl bang li gel kir ku ji malên xwe dernekevin.

Ji 19’ê Îlonê ve lav ji volkana li çiyayê Cumbre Vieja diherikin.

Rêveberiya herêmî ya gravê ragihand ku ev rewşa nû wê bandorê li bêtirî 3 hezar kesî bike.

Rêveberiyê ji gel xwest ku ji malên xwe dernekevin.

Li aliyê din di daneyên ku ji aliyê Pergala Wêneyên Satelîtê ya Yekîtiya Ewropayê (Copernicus) ve hatin nûkirin de, hat diyarkirin ku li herêmê qadên lava volkanê zêde bûye û derketiye 1065 hektarî.

Ji ber lavê 2 hezar û 651 avahî hilweşiyane û 95 avahî jî ziyan dîtiye.

Ji devê volkanê rojane di navbera 900 û 1300 ton de, kukurtdioksit derdikeve.

Volkana Cumbre Vieja ku li La Palmayê nêzî 900 milyon euroyî zirar li herêmê kir.

Her wiha nêzî 7 hezar kes bê mal man man.

Pispor li bendê ne ku volkan di demek kurt de vemire.

Ji dema ku volkan çalak bûye li giravê zêdetirî 5 hezar û 200 erdhej pêk hatine.

Back to top button