Her dolarekî Amerîkî 12 lîreyê Tirkî derbas kir

Li Tirkiye polîtîkayên rejîma AKP û serokê wê Erdogan civakê roj bi roj hejartir dike.
Îro dolarê Amerîkî li pêşberî lîreyê Tirkî asteke din ya rekorê derbas kir.
Dolar 12 lîreyê Tirkî derbas kir û ji nava siyaseta welat dengê hilbijartina pêşwest bilindtir bûn.

Li Tirkiyê ger aborînas Erdogan be, ya dikeve para civakê jî tenê hejarî ye.

Serokomarê Tirkiye Recep Tayîp Erdogan ku welat bi şêwazê dîktatorî rêve dibe, destwerdan di her qadê de dike.

Eroganê ku xwe kiriye aborînasê Tirkiyê, roj bi roj civakê hejartir dike.

Hemwextî hejarbûna civakê, alîgirên wî jî dewlemend dibe.

Îro dolarê Amerîkî li pêşberî lîreyê Tirkî astek din ya rekorê derbas kir.

Her dolarek 12 lîreyê tirkî derbas kir û ev jî rekorek nû ya di bênirxbûna lîreyê Tirkî de ye.

Her wiha Eoru/TL 14 û Sterlîn/TL jî 16 derbas kir.

Bênirxûbnê rê li ber bertekên zêde yên mixalîfa Tirkiyê vekir.

Mixalîfa Tirkiyê: Tekane çareserî hilbijartina pêşwexte

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervin Buldan jî di civîna koma partiya xwe ya li meclisa Tirkiyê de balkişand li ser rewşa heyî û got:

Her ku Erdogan di axive, nirxê lîreyê Tirkiye hîna zêdetir dadikeve.

Sedema sereke ya bênirxbûn û nearamiya li welat Erdogane.

Buldan rekora nû ya lîreyê Tirkî ku li pêşberî dolar derbaskirî jî weke dengê AKP’ê yê di hilbijartina bê de diyar kir.

Serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu jî Erdogan weke sedemê sereke ya krîza aboriya li welat destnîşan kir.

Mixalefeta Tirkiye tekane rêya çareseriya ji krîza li welat bi hilbijartina pêşwext ve girê didin.

Lê Erdoganê di berdêla parastina kursiyê xwe de tiştek nemayî bi serê civakê ne aniyê, ji hilbijartinê direve.

Erdogan careke din got, wê hilbijartina pêşwext li welat pêk neyê.

Di nava van nîqaşan de li Tirkiyê hejarî zêde dibe û roj bi roj nirxê lîreyê Tirkî li pêşberî dolar dadikeve.

Back to top button