HPG’ê: Li Xakûrkê herî kêm 2 eskerên artêşa Tirk hatin cezakirin

Li herêma Xakûrkê, gerîlla li yekîneyên artêşa Tirk dan.
Di encamê de herî kêm 2 esker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê ev daxuyanî da:

16’ê Mijdarê li qada Ermûşê ya Xakurkê hêzên me demekê dagirker şopandin û piştre bi rêbaza sabotajê lê dan.

Di encama vê çalakiyê de herî kêm 2 dagirker hatin cezakirin.

Artêşa dagirker piştî çalakiyê li qadên Şehîd Bêrîtan, Şehîd Ehmed û Girê Qehreman dest bi operasyoneke berfireh kir.

Di navbera artêşa dagirker û hêzên me de şer dewam dike û wê agahiyên têkildarî şer demên pêş bi raya giştî re bêne parvekirin.

21’ê Mijdarê li Qada Koordîne a herêma Metînayê, sîstemeke kamera a şopandinê ji aliyê hêzên me ve hate tinekirin.

20’ê Mijdarê gundê Gûzê yê Garê û 22’ê Mijdarê jî derdora gundê Kanî Sarkê bi balafirên şer hatin bombekirin.

22 û 23’ê Mijdarê artêşa Tirk a dagirker ji qereqolên li ser sînor qadên Çemço û Rênçbiraxa yên herêma Zapê topbarankirin.

Back to top button