Buroya Hiqûqê ya Sedsalê xwest bi awayekî lezgîn biçin Îmraliyê

Dewleta Tirk a faşîst destûrê nadin ku parêzer û malbat biçin girava Îmraliyê bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin. Rêber Apo di bin tecrîdeke giran de ye û ti agahî jê nayê girtin. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê a ku parêzeriya Rêber Apo dike, ji bo ku biçin Îmraliyê serlêdana “hevdîtina lezgîn” kirin.

Rêber Apo, 15’yê Sibata 1999’an bi komployeke navneteweyî hate girtin û ev 23 salin li Girtîgeha girava Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de dîlgirtin.

Dewleta Tirk a faşîst ti awayî serlêdanên malbat û parêzerên Rêber Apo yên ji bo hevdîtinê qebûl nakin û ev jî gumana li ser tenduristî û jiyana Rêber Apo zêde dike.

Li ser vê yekê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, bi daxwaza ku bi Rêber Apo û girtiyên din Omer Xeyrî Konar, Hamîlî Yildirim û Weysî Aktaş re ‘hevdîtina lezgîn” bikin serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê dan.

Parêzeran, di serlêdana xwe de destnîşan kirin ku 8 meh in agahî ji muwekîlên xwe Rêber Apo û her sê girtiyên din nagirin.

Û derbarê jiyan, rewşa tenduristiyê, şertên girtinê, rewşa hiqûqî û tevdîrên mîna pandemiyê de ne xwedî tu agahiyê ne.

Parêzeran, ji dadgeriye daxwaz kir ku “dawî li agahî negirtinê” bîne û hevdîtina bi muwekîlên wan re pêk bîne.

Bi taybetî ji sala 2019’an ve hevdîtina parezer û malbatê ya bi Rêber Apo re bi hincetên “rewşa hewayê ya xirap” , “xerabebûna keştiyê” û hwd, tim hat astengkirin.

Ji bo serlêdanên ku piştî ji sala 2019’an ve hatine kirin jî ne erênî ne jî neyînî bersiv nahetiye û nayê dayîn.

Herî dawî piştî ku li ser hesabên medyaya dîjîtal îdiayên derbarê li ser xeteriya jiyana Rêber Apo de derketin, li ser zexta gelê Kurd destûra hevdîtina telefonê ya bi birayê Rêber Apo Mehmet Ocalan re hate dayîn.

Lê ev hevdîtin jî tenê bi çend deqeyan sînordar ma û di nîvê hevdîtinê de axaftina telefonê hate birrîn.

Back to top button