Di navbera Kîev û Moskow de peymana enerjiya nukleerî

Peymanên nukleerî ya navbera DYA û Ûkraynayê careke din Moskow bihêrs kiriye.
Di demeke ku aloziya navbera herdû aliyan de zêde bûyî, Kîevê peymana avakirina 2 reaktorên nukleerî ya bi Waşîngtonê re da.
Li dijî vê yekê ji Rûsya bertekên tund derdikevin.

Li sînorê Ûkrayna û Rûsya aloziya navbera herdû welatan careke din gur bûye.

Wezîrê Enerjiyê yê Ukraynayê Herman Haluschenko ragihand ku di navbera Rêxistina Hilberîna Enerjiya Nûkleerî ya Netewwî a Ukrayan (Energoatom) û şîrketa DYA (Amerîka) Westinghouse depeymanek hatiye îmzekirin.

Peyamn jî li ser çêkirina du reaktorên nû yên nukleerî ye.

Wezîr di daxuyaniya xwe de got:

“Me ji bo pêkanîna planên xwe yên hilberîna enerjiya nukeerî bi hevkariya DYA gavek bilez avêt.

Li gor daxuyaniyê li rojavayê welêt li Santrala Nukleerê ya Chimelnizkiyê dê reaktorên ji cureya AP1000 bên çêkirin.

Di dawiya meha Tebaxê de, di dema serdana serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky bo DYA de, li ser plansaziyek 25 milyar euroyî ku avakirina 5 reaktorên nû vedihewîne, lihevkirinek hate kirin.

Ev cihê navborî li Santrala Nukleerê ya Çimelnizkiyê ku 180 kîlometre ji sînorê Yekîtiya Ewropayê (YE) dûr e.

Di rewşa niha de 2 reaktor li herêmê hene.

Rûsya: Ti palnên me yên êrişeke li dijî Ûkrayna nîn e

Ji aliyê din ve derbarê îdiayên ku Rûsya amadekariya dagirkirina Ûkraynayê dike, ji Rûsyayê daxuyaniyek hat.

Di daxuyanîya ku ji aliyê Serokatîya Rûsyayê ve hat dayîn de hat ragihandin ku çapemeniya DYAyê ji bo aloziyê li herêmê zêde bike van îdiayan dike.

Rûsya ku ev îdia redkiirin di heman demê de nerehetiya xwe ya ji bo Ukrayna ku lez daye bihêzkirina artêşê anî ziman.

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov diyar kir ku Ukraynayê li Donbasê li hemberî Rûsyayê tevgereke provokatîf kiriye û got,

“Ev provokasyon gelekî zêde dibin.

Her wiha ev provokasyon bi çekên ku NATO dide Ûkraynayê tên kirin.

Ev hemû li dijî peymanên Mînskê yên heyî ne.”

Welatên NATO û hikûmeta Ukraynayê sûcdar dikin ku rageşî bi komkirina leşkeran a li ser sînorê Ukraynayê zêde dibe û ji bo destwerdanek muhtemel amadekarî tên kirin.

Blinken: em dizanin Rûsya çi dike

Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Antony Blinken ku dawiya hefteyê daxuyaniyek da û got:

“Em niyeta Putin nizanin, lê em dizanin ku berê çi qewimî.”

Rûsyayê di sala 2014’an de Kirima Ûkraynayê bi xwe ve girêda.

Ji wê rojê ve di navbera aliyan de alozî kêm nebûye.

Back to top button