Li Amed û Stenbolê jin li qadan bûn

Bi boneya 25’ê Mijdarê Jinên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê gelek çalakî li darxstin û banga tevlîbûna çalakiyên 25’ê Mijdarê li jinan dikin.

Bi nêzîkbûna 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî tundiya li ser jinan, jinên Bakurê Kurdistanê di nava çalakiyan de ne.

Platforma Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên li Amedê xwestin ji bo 25’ê Mijdarê daxuyaniyê bidin, lê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.

Li ser astengkirina polîsan jinan çalakiya rûniştinê li dar xist.

Pervîn Bûldan: Jin hêviya pêşeroja vî welatî ne

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan li civîna Koma Jinê ya HDP’ê nirxandin kir û diyar kir ku wê neheqî, newekhevî û pergala mêr bi têkoşîna me ya hevpar re biguhere û got:

Bi têkoşîna me wê jiyan bi ser bikeve, aştî bi ser bikeve, jin bi ser bikeve, mirovahî bi ser bikeve. Jin hêviya pêşeroja vî welatî ne. Hêrsa me ya li hemberî qetilkirina her jinê yek e

”Ji meha Çile heta meha Cotmehê 253 jin hatine kuştin”

ank-23-11-21- 25-kasim-kadin-siddet-veri-sevinc-hocaogullari-rop.d20211122-u192900

Parêzer Sevînç Hocaogullari jî diyar kir ku ji meha Çile heta meha cotmehê 253 jin li Tirkiyê hatine kuştin.

Sevînç diyar kir ku ew vekişîna ji peymanê wek êrîşa li dijî destkeftiyên jinan dibînin.

Daneyên bi rayagiştî re hatine parvekirin, nîşan dide ku tundiya li hember jinê roj bi roj zêde dibe.

Eren KESKîn : Dewlet dike û dewlet dinixumîne

Hevseroka Komeleya Mafê Mirovan Eren Keskîn têkildarî binpêkirinên mafan ên li Tirkiye û Kurdistanê nirxandin kir û got:

Dewleta Tirk li Kurdistanê bi destên karmendên xwe yên fermî polîtîkayên êrişên taybet ên nîjadperest û zayendperest didin meşandin.

Di hemû şeran de êrişên dijmirovatî li jinan tên kirin. Pêwîst e em jin di aliyê polîtîk de jî têkoşîna xwe mezin bikin.

Leşkerên licê li rojnamevanan xist û şandeya jinan asteng kirin

Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên di Şaristaniya Mezopotamyayê de Xizmên xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) di çarçoveya 25’ê Mijdarê de xwest ku biçin goristana gundê Sîsê ya bi ser navçeya Licê ya Amedê ve.

Polîs û leşkeran hemû gundên li ser rêya goristanê dorpêç kirin û nûçegîhana JinNewsê Derya Ren a ku nûçe dişopand asteng kirin.

Dayikeke bertek nîşanî tiştên qewimîn da û got: “Em dayik in, dilê me dişewite.”

Jinên ji Çelê: Li her derê berxwedan heye

TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Colemêrgê bi boneya 25’ê Mijdarê daxuyaniyek da.

Jinan diyar kirin ku dê têkoşîna jinan a li hemberî tundiyê bidome û gotin:

Li her derê berxwedan heye, em têkoşerên jin silav dikin.

Li hezexê 25’ê Mijdarê bi çalakiya Zincîra Xemrî re meş hat lidarxistin

Jinan di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de li Hezexê bi çalakiya zincîra xemrî re meş li dar xistin.

Jinan dan zanîn ku ewê li dijî zîhniyeta serdest li ber xwe bidin.

Back to top button