Asayîsa Hewlêrê malbata Hesen Kaçar yê ji Colemêrgê dersînor kir

​​​​​​​Asayîşa Hewlêrê ya PDK’ê malbateke din a ji Bakurê Kurdistanê, malbata Hesen Kaçar dersînor kir.

Welatîyê Kurd ê bi navê Hesen Kaçar yê ji bajarê Colemergê yê Bakurê Kurdistanê ku ji ber zexta dewleta Tirk berê xwe da bû Hewlerê, îro hat dersînorkirin.

Hesen Kaçar diyar kir ku ew ji ber doza sîyasî 12 salan di girtîgehên Tirkîyê de maye û paşê ji ber nexweşîya xwe a giran di sala 2014’an de hatîye Başûrê Kurdistanê.

Kaçar da zanîn ku ew hercarê ji alîyê Parastin û Asayîşa Hewlêrê ve rastî gefa dersînorkirinê hatîye û zextên sîxûrîyê jî li ser ferz kirine.

Kaçar dîyar kir ku îro daîreya îqametê gazî wan kir û got; ” Li ser biryara wezareta navxweyî malbat tê dersînorkirin.”

Daîre ya îqametê tevî ku 550 dolar ji bo nû kirina îqametê ji wan xwestîye jî, dest danîne ser îqameta wan jî.

Hesen Kaçar niha hem ji bin nexweşîya xwe a giran û hem jî bi her du zarokên xwe ve li derve mane.

Back to top button