SIVÎLEKÎ 33 SALÎ LI SER SÎNORÊ GIRÊ SPÎ KUŞT

Êdî cîrantiya bi Dewleta Tirk re, bûye gefeke mezin li ser jiyana sivîlan û şêniyên li ser sînor berdêla cîranitya bi dewleta Tirkiyê re didin.
Herî dawî leşkerên Tirk sivîlek li ser sînorê Girê Spî kuştin.

Hisên Ezîz ê 33 salî li ber sînorê Girê Spî û Tirkiyê bi guleya leşkerên dewleta Tirk hat kuştin.

Li gorî agahiyên ji herêmê, Hisên dema di erdê xwe de dixebitî hat hedefgirtin.

Di vê dema dawî de, şênî ji ber guleyê artêşa dewleta Tirk bi zehmetî di erdê xwe de dixebitin.

Li gorî malpera belgekirina binpêkirinan li Bakurê Sûrî, heta niha artêşa Tirk 431 sivîl kuştine ku di nav de 76 zarok û 40 jin hene.

Her wiha 287 kes jî birîndar bûne.

Ji ber bêdengiya hêzên cîhanê jî heta niha artêşa tirk bi awayekî hovane sivîlên li ber sînor dike hedefa êrîşên xwe.

Leave a Reply

Back to top button