Xwendekarên Başûrê Kurdistanê ji bo mafê xwe bistînin sê rojin li qadanin

Li bajarên başûrê Kurdistanê çalakî û xwepêşandanên ji bo nedana xerciya mehane yên xwendekarên zanîngeh û peymangehan di roja sêyem de dewam kir. Xwendekarên li bajarê, Hewlerê, Helebçeyê û herêmên Raperîn, Germiyan, Koye û Soran yên Başûrê Kurdistanê îro daketin qadan.

SILÊMANÎ

Li bajarê Silêmaniyê, xwendavanên Zaningeh û peymangahan, ji ber nedayina xerca mehane ev sê rojin li qadanin.

Xwepêşandana xwendekaran îro jî dewam kir.

Bi hezaran xwendekar li ber walîtiya bajêr kombûn û berê xwe dan Deriyê Sera û meşiyan.

Hêzên ewlehiyê êrişî xwepêşandanê kir û gelek xwendekar birîndar bûn

Lê, Hêzên ewlehiyê bi bombeyên gazê li dijî xwepêşanderan bikaranîn, gule di ser xwendekaran re reşandin û rê nedan xwendekar xwe bigihînin Deriyê Sera.

Xwendekarên herêma Germiyan, Raperîn, Koye û Soranê daketin qadan

Her wiha xwendekarên, herêma Germiyan, Raperîn, Koye û Soranê jî daketin qadan û daxwazên xwe anîn ziman.

Xwendekar li ber Zanîngeha Silêmaniyê kombûn û diyar kirin ku heta daxwazên wan pêkneyên wê çalakiyên wan dewam bikin.

Xwendekarên li bajarê Hewlêrê jî li dijî nedana xerciya mehane meşiyan

HEWLÊR

Li Hewlêrê jî bi heman armancê xwendekarên zanîngehê dest bi xwepêşandanê kirin.

Xwendekarên zanîngeh û peymangehê yên Hewlêrê jî li dijî nedana xerciya mehane, di satên sibehêde li
ber avahiya Wezareta Xwendina Bilind kombûn û daxwazên xwe anîn ziman.

Piştre xwendekaran ji wir bi meş berê xwe dan ber avahiya Parlementoya Herêmê.

Xwendekarên ku ji ajansa Rojnewsê re axiviye diyar dike, li şûna ku hikûmet barê li ser milê wan û malbata wan siviktir bike, berovajî girantir dike.

Xwendakar dibêje, “Di ser nedana xerciya mehane re, sîstema xwendina peretî daniye û pere ji me werdigre.”

Xwendekarên herêma Başûrê Kurdistanê bang li tevayî xwendekaran kir ji bo bidestxistina mafê xwe piştgiriya wan bikin.

Hêjayî gotinê ye, ji sala 2015’an ve Hikûmeta Herêma Kurdistanê xerciya mehane ya xwendekaran nade.

Back to top button