Komîteya Koçberên SerêKaniyê: Em ê vegerin Serêkaniyê, lê bi şertê ku dagirker derkevin

Serokê qaşo hikumeta demkî ya îtîlafa Sûriyê Roja yekşema derbasbuyî çûn Serêkaniyê a dagirkirî û banga vegerê li koçberên Serêkaniyê kir.
Komîteya Koçberên Serêkaniyê derbarê vê yekê de daxuyaniyek da.
Komîteyê di daxuyaniya xwe de got: “Em dixwazin vegerin cih û warên xwe, lê divê dagirker ji herêmên me derkevin.”

Piştî ku qaşo Serokê hikûmeta demkî ya Îtîlafa Sûriyê Ebd-Elrehman Mistefa û tevî gelek çeteyan roja yekşema derbasbuyî çûn Serêkaniyê a dagirkirî banga vegerê li koçberên Serêkaniyê kir.

Komîteya Koçberên Serêkaniyê derbarê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk ji destpêka projeya xwe li Sûrî hewl dide dagirkeriya xwe bi rêya amûrên herêmî yên erzan rewa bike.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

“Serokê hikûmeta demkî ya Îtîlafa Sûriyê Ebd-Elrehman Mistefa tevî gelek kesayetên ku têkiliyên wan bi Serêkaniya dagirkirî re tune ye, serdana Serêkaniyê kirin û bang li şêniyan kir da ku vegerin.

Di serdanê de Ebd-Elrehman Mistefa sûcên li gund û bajar hatine kirin, nekarî înkar bikin, ev sûc di gelek raporên hiqûqî de hatin piştrastkirin.”

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku wezîrê rêveberiyê yê girêdayî hikûmeta sîxur Mihemed Seîd Silêman îdia kir ku derdora 20 heta 25 malbatên êzidî vegerîne Serêkaniyê.

Ev îdia ne rast e, armanca ji vê yekê ew e ku sûcên heta vê kêliyê tên kirin, binixumînin.

Hate eşkerekirin ku di 2 salan de gelek sûc li dijî şêniyên Serêkaniyê pêk hatine û li gorî rêxistinên mafên mirovan yên fermî û çavkaniyên Komîteyê yên ji herêmê ev dane hatin parve kirin:

“Di navê de 48 jin û 12 zarok, herî kêm 386 kes hatine girtin.

152 kes hatine revandin.

Îşkence li 232 kesan hatiye kirin.

3 kes bi îşkenceyê hatine kuştin.

90 kes li Tirkiyê girtî ne.

38 kes hatine darizandin û cezayê heta hetayê li hin kesan hatiye birîn.

135 sivîl hatine kuştin û 300 kes birîndar bûne.

Derdora 175 hezar sivîl ji herêmên xwe yên di navbera Serêkaniyê û Girê Spî de hatin koçberkirin.

Zêdetirî 2 hezar malbat li şûna şêniyên resen ên Serêkaniyê hatin bicihkirin.

Zêdetirî 5 hezar û 500 mal, hezar û 200 dikan hatin desteserkirin.

55 gund ji şêniyên wê yên resen hatin valakirin.”

Komîteyê diyar kir ev beşek ji sûcên dewleta Tirke ku li dijî sivîlan, pêk tîne.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin.

“Em ê vegerin, lê bi şertê ku dagirkeriya Tirk û çeteyên ji warê me derkevin. Kesên bang li şêniyan dikin ku vegerin, dê hesab ji wan werin xwestin.”

Her wiha bang li hêzên garantor Rûsya û DYA hate kirin ku dewleta Tirk a dagirker ji herêmên dagirkirî derxin.

Back to top button