Parlementera Brîtanî: Pêwîste Brîtanya biryara Belçîka ya derbarê PKK’ê de binirxîne

Parlementera Brîtanî Kim Johnson ji hikûmeta Brîtanya daxwaz kir, rapora Dadgeha Bilind a Belçîkayê ya derbarê derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê de binirxîne.

Parlementera Partiya Karkeran ya Liverpool Riverside ya Brîtanî Kim Johnson jî piştgirî da kampanyaya Meclîsa Medyaya Dijîtal ya Kurdistanê ya ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê.

Kîm Johnson diyar kir ew piştgirî dide têkoşîna Kurdan ya li dijî binçavkirinên keyfî, êşkence û desteserkirina mafan, binçakvirina rojnamevan û siyasetmedaran.

Kim Johnson rapora Dadgeha Bilind a Belçîkayê ya ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê jî bibîrxist û got:

“Daxwazê ji hikûmeta Brîtanyayê dikim ku rapora Dadgeha Bilind a Belçîkayê ya derbarê PKK’ê de binirxîne.”

Her wiha Kim Johnson diyar kir di şerê navxweyî de divê şervanên Kurd rewa bên dîtin û ev daxwaz pêşkêşî hikûmeta Brîtanyayê kir.

Back to top button