Meclîsên Dayîkên Aştiyê yên Riha û Amed’ê li ser sînorê Kobanê kom bun

Meclîsên Dayikên Aştiyê yên Riha û Amedê li ser sînorê Kobanê piştgirî dan malbatên şehîdan yên li deriyê Sêmalka ku ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe di çalakiyê de ne û PDK şermezar kirin.

Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Riha û Amedê ji bo pişgiriya çalakiya malbatên şehîdan ku 50 rojin bi daxwaza radestkirina cenazeyên gerîla ku PDK’ê ew şehîdkirine li deriyê Sêmalka ne, li ser sînorê Kobanê hatin cem hev.

Çalakî li Taxa Kobanê ya Pirsûsê a ser sînorê Kobanê hat lidarxistin.

Li ser navê dayîkên aştiyê Hadle Ogur got, “Em ji PDK’ê re dibêjin êdî bes e.

Cenazeyên zarokên dayikan bidin û destên xwe ji vê xwîna Kurdan vekişînin.”

Wekîla HDP’ê Ayşe Surucu jî bang li malbata Barzanî û PDK’ê kir û xwest ku dest ji siyaseta dijminatiya Kurdan berde û Cenazeyên gerîla bide malbatên wan.

Back to top button