Çeteyan jine 63 salî ku revandibûn piştî 7 mehan berdan

Li Efrîna dagirkirî, soc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê roj bi roj zêde dibe.
Çeteyan jine 63 salî ya ku revandibûn, piştî 7 mehan berdan. Lê hê jî aqubeta keça wê û neviyê wê yê yên ku hatne revandin ne diyar e.
Di çarçoveya guhertina demografiya Efrînê de jî, dewleta Tirk navê serçeteykî DAIŞ’ê li dibistaneke li navçeya Raco kir.

Dewleta Tirk û çeteyên wê sûc û hovîtiya xwe li Efrînê bê navber dewam dikin.

Jin, zarok, kesên temenmezin, dar û ber û heta bi kevirê wê jî ji hovîtiya wan bê par namînin.

Çeteyên dewleta Tirk jina 63 salî a bi navê Xalîde Ibrahm piştî 7 mehan ji girtin û êşkenceyê ew berda.

Jina 63 salî ku çeteyan di nîsana 2021’an bi ser malê wê de girtin û wê kec û neviya wê bi hincetên çêkirî girtin, piştî 223 rojan hate berdan.

Lê heta niha aqubeta keça wê û neviyê wê yê yê ber şîr ne diyar e.

Çeteyan 140 dar li gundên Qestel Miqdad û Qurtqulaqê yê navçeya Şera birîn

li Kêleka revandinê, çeteyên dewleta Tirk dar û berên Efrînê dibire û talan dike.

Çeteyan li gundên Qestel Miqdad û Qurtlaqê 140 darên zeytûnê birîn.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê diyar kir ji destpêka vê mehê heta niha wan birîna 305 daran ji hêla çeteyan ve belge kirine.

Dewleta Tirk navê serçeteyekî DAIŞ’ê li dibstaneke li Raco dike

Di çarçoveya guhertina demografîya Efrînê de jî , dewleta Tirk navê serçeteyekê DAIŞ’ê li dibistanekê li navçeya Raco dike.

Efrîna ku bûbû sembola welatparêzî û berxwedaniyê, dewleta Tirk navê çeteyekî DAIŞ’î ku vê dawiyê tevlî çeteyên Ehrar El Şerqiye bûbû û li Girê Spî yê dagirkirî hatibû kuştin, li dibistanên wê dike.

Çete şûnwaran li devera Kalê Xerîba ya dîrokî didizin

Di heman çarçoveyê de, dewleta Tirk alavên kolandinê ber bi şûnwarên dîrokî ve rê dike da ku şûnwarên herêmê talan bike û dîroka herêmê biguherîne.

Tora Çalakvanên Efrînê ragihand ku dewleta Tirk û çeteyên wê bi alavên kolandinê cihê dîrokî Kalê Xerîba yê li gundê Memila dikole da ku şûnwarên wê bidizin.

Back to top button