Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê li Qamişlo daxuyaniyek da

Bi boneya 25’ê Mijdarê, Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li ser Jinan dewam dikin.Îro jî li gelek deverên bakur û rojhilatê Sûriyê çalakîyên cuda hatin lidarxistin.

Bi nêzîkbûna 25’ê Mijdarê, Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li ser Jinan, rêxstinên jinan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi çalakiyên xwe kirine.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê li Kantona Qamişlo daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin li ser tundiya dijî jinan a li Efrîn û Şengalê li ser destê dagirkeriya Tirk û çeteyên DAIŞê.

Li Hesekê jî, Kongreya Star bi tevlîbûna bi dehan jinan semînerek da.

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbêsiyê jî daxuyaniyek da û bal kişandin li ser zêdebûna tundiya dijî jinan.

Partiya Sûriya Rêşeroj li Şehbayê ji bo 25’ê Mijdarê daxuyanî da

Meclisa Jinê ya Partiya Sûriya Pêşerojê ya Efrîn û Şehbayê bi vê boneyê daxuyaniyek da.

Bi dehan endamên partiyên siyasî, rûspiyên eşîran û endamên meclis û komînan li Navçeya Fafînê tevlî daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dagirkeriya Tirk di êrîşên xwe de hebûna jina ku di ruh û cewhera xwe de doza gelê xwe hilgirtiye weke Hevrîn, Ebrû, Barîn.. dike hedef.

Her wiha li heman navçeyê, semînerek bi tevlîbûna bi dehan endamên Kongreya Star û saziyên sivîl, hate dayîn.

Di semînerê de tundiya siyasî, civakî û êşa jinê di aloziya Sûrî de hate şîrovekirin.

Li Kobanê pêşangeheke wêneyên têkoşerên jin hate pêşandan

Li Kobanê jî bi heman armancê, Kongreya Star a herêma Firatê bi Koordîneya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) îro pêşangeheke wêneyên têkoşerên jin ku li cih û dîrokên cuda şehîd bûne, li Qada Jina Azad ya Kobanê vekir.

Bi dehan kesayetên siyasî, rewşenbîr, endamên saziyên sivîl yên di pêşengehê de amade bûn.

Li Kobanê ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Helincê meşek hate lidarxistin

Dîsa li Kobanê, Yekitiya Jinên Ciwan û Koordînasyona Kongreya Star bi biheman armancê, şehîdên komkujiya Helencê bi bîr anîn.

Bi dehan çalakgerên jin meşek li gundê Helincê li cihê komkujiyê li dar xistin.

Meş ji rêya Şêran-Helincê dest pê kir û heta mûzexaneya komkujiya Helincê dewam kir.

Li Navçeya Sirînê jî, bi boneya 25’ê Mijdraê, şanoya bi navê “Qefesa Zêrîn” ya der barê zewaca jinên temenbiçûk û tundiya dijî jinê li malê hate pêşandan.

Rêxistina jinên Zenûbya li Minbicê semînerek li dar xist

Li Minbic, Rêxistina Jinên Zenûbiya bi tevlîbûna bi dehan jinên bajar semînerek der barê civaka xwezayî û rola jina xwedawend di rêveberirina civakê de hate dayîn.

Her wiha semînerek der barê rengên tundiya li ser jinê û bandorên wê hate dayîn.

Li Tebqayê jî, Rêxistina Jinên Zenûbiya pankartên ku sloganên têkoşîna dijî tundiya li ser jinê lê nivîsandibûn, li nava bajêr daliqandin.

Back to top button