KNK: DIVÊ HESABÊ KOMKUJIYA DERSÎMÊ BÊ PIRSÎN

Konseya Rêvebir ya Kongreya Netewî ya Kurdistanê KNK’ê bi boneya 82. salvegera komkujiya Dersimê daxuyaniyek nivîskî da û ev komkujî şermezar kir.

KNK’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:

Bi boneya 82. salvegera komkujiya Dersimê em qurbaniyên komkujiyê bi bîr tînin.

Divê hesabê komkujiya Dersimê ji dijmin bê pirsîn û Jenosîda Dersimê neyê ji bîr kirin.

Berî 82 salan, ji heft heyvî heta 70 salî gelê Kurd li Dersimê hatin qirkirin.

Tiştekî wisa li ti derê dinyayê nehatiye dîtin.

Dilê Kurdan ji ber wê jenodsîda mezin bi kul e û ti caran ji bîr nakin û divê ji bîr jî nekin.

Berpirsiyarên dewlet û hikûmeta xwînxwar çi dibêjin, polîtîka giştî çi encam bide ferq nake û ev hovîtiya li ser xelkê me hatiye kirin, rûpelekî reş yê dîroka bi xwîn ya dewlet û hikûmeta Tirk e.

.

Leave a Reply

Back to top button