Tirkiye..Gel bi sloganên “Erdogan îstîfa” daketin qadan

Nirxê lîreyê Tirkî li beramber dolarê Amerîkî daket asta herî kêm û dolarek Amerîkî bû 13 lîreyê Tirkî

Lîreyê Tirkî her diçe nirxê xwe ji dest dide û di meheke dawî de li hember dolar %30 zêdetir nirxê xwe ji dest daye.

Piştî axaftinên Erdogan lîreyê Tirkî li hember dolar bi tundî daket û her dolarek gehişte 13.50 lîreyan.

Gelên li Tirkî piştî daketina dolar li Stenbol Enqere û Amedê daketin qadan .

Rojnamevan Mihemed Direwş li ser hesabê xwe yê tiwîtirê diyarkir ku ji ber polîtîkayên Tirkî li dijî kurdan dolar bilindibe û got:

“Sedema bilindbûna dolar dijminatiya bi kurdan re ye.

Sedema qeyrana aborî şerê ku li dijî kurdan tê kirin e.

Ji ber şerê bi kurdan re civaka li tirkî her ku tiçe xîzan dibe

tekane çareseriya derketina vê qirîzê rawestandina şer, naskirina mafê kurdan e.

Li paytexta Tirkî Enqerê piştî ku dolarek bû 13 lîreyê Tirkî gel bi sloganê AKP îstîfa daketin qadan.

Li Stenbolê Partiya Sosyalîst a ji nû ve avakirinê bi meşeke polîtîkayên desthilata Erdogan-Bahçelî şermezar kirin û banga îstîfayê ji destihalê kirin.

Back to top button