QSD’ê îdiayên dewleta Tirk ku şervanên wan li herêmên dagirkirî êriş pêk anîne û hejmarek şehîd bûne, derewandin.
Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk îdia kiribû ku rojên 19, 20 û 23’yê Mijdarê QSD’ê êrişî herêmên dagirkirî kirine û hejmarek ji şervanan şehîd bûne.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ku li ser hesabê xwe yê twîtterê belav kir ev îdiyaên dewleta Tirk derewand û got: ”Ev nûçe derew in û dûrî rastiyê ne”.