Fermandarên QSD: Bi piştevaniya gelê şoreşger wê herêmên dagirkirî rizgar bikin

Ji bo nirxandina rewşa dawî ya li herêmê li Til Nesîr yê Til Temirê civînek ji gel re hat lidarxistin.

Hêzên Parastina Civakê bi hevkariya Meclisa Leşkerî ya Til Temirê ji bo şêniyên gundê Til Nesîr re li dar xistin.

Civîn bi armanca nirxandina rewşa dawî ya li herêmê bi beşdariya şêniyên gundê navborî pêk hat.

Di civînê ji fermandarên HPC’ê Mizgîn Ehmed behsa êrişên dewleta Tirk kir û diyar kir ku armanca êrişan qirkirina gel e.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Demhat Birûsk jî di civînê de axivî û piştrast kir ku dê QSD’ê parastina gel bike.

Demhat Birûsk banga hefgitinê li hember êrişan li gel kir û soza parastina şêniyan ji êrişan da.

Back to top button